Efrîn .. Du ciwanên kurd bê çarenivîs in
ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê zincîra revandina kurdên Efrînê berdewam e û tu kes ji kiryarên girûpên çekdar bê par namîne kal pîr jin û keç, mêr û ciwan têne revandin û ta niha hijmarek mezin ji xelkê Efrînê bê çarenivîs in.
Roja Pêncşemê 21/2/2019an girûpên çekdar ciwanê bi navê Rodîn Mihemed Oso ji cihê karê wî li Dewara Maratê ku di karê şêrînahiyê de kar dike revand û ta niha tu agahî li ser ciwanê ku ji gundê Qestelê Kêşk yê navçeya Şera tune ye .
JI bilî ciwanê bi navê Rodîn hijmarek mezin ji xelkê Efrînê revandî ne û malbatên wan tiştekî li ser nizanin ku ciwanê bi navê Ebdulrehman Osman yê ji gundê Çeqela yê navçeya Cidirêsê ji 2 tebaxa 2018an revandiye yek ji wan kesana ne ku hewlên malbatên wa berdewam e da ku cih û çarenivîsa kurê xwe zanibin û pêşwaziyê bi serbestberdana wan bikin û di nav malabatên xwe şa û kêfxweş bibin .
Ş.E
333