Berevaniya Sivîl: Rêjîma Sûrî di Cotmehê de 3 komkujî encam dane

Berevaniya Sivîl: Rêjîma Sûrî di Cotmehê de 3 komkujî encam dane

Nov 02 2023

Rêxistina Berevaniya Sivîl ya Sûrî di Cotmeha bûrî de, kuştin û derbiderbûna bi sedên kesan li bakurê rojavayê Sûriyê ji aliyê Rêjîma Esed ve, belge kirine.

Berevaniya Sivîl di amareke taybet de, got: "Rêjîma Esed û hevpeymanên xwe, 3 komkujî di Cotmehê de encam dan û piraniya qurbaniyan, zarok û jin bûn".

Serbar kir: "66 sivîl li ser destê Rêjîma Esed û Rûsiyê û milîsên Îranî hatine kuştin, di nav wan de 23 zarok in û 13 jin in".

Berevaniya Sivîl got jî ku di encama wan êrîşan de, 270 sivîl birîndar bûne, û hejmareke mezin ji nişteciyên bakurê rojavayê Sûriyê, derbider bûye.

Amaje kir, ku "di wan êrîşan de bêtirî 70 bajar û bajarok hatine armanckirin, di encamê de 13 dibistan, 7 bingehên tenduristiyê, 5 mizgeft, 5 kamp, westgeheke elekitrîkî û yeke avê û 4 navendên Berevaniya Sivîl, wêran bûne".

206