Du sal li ser komkujiya Xan Şêxon re derbas bûn

Du sal li ser komkujiya Xan Şêxon re derbas bûn

Apr 06 2019

ARK NEWS .. Du sal li ser komkujiya êrîşa kîmawî li bajarokê Xan Şêxon yê Idilbê re derbas bûn ku piraniya qurbaniya wê komkujiyê zarok bûn .

Beriya du salan rêjîma Esed bi çekên kîmawî êrîşî bajarokê Xan Şêxon kir û di encamê de 100 welatî jiyana xwe ji dest dan û 500 rastî xenqandinê hatin piraniya wan ji zarokan bûn .

Bi wê boneyê xelkê parêzgeha Idilbê mangirtinek nerazîbûnê li dar xist tê de ji Netewên Yekgirtî xwestin ku tawanbar û kujer werin dadgehkirin .

Ş.E

337