Hewlêr .. PDK-Sê banga beşdariyê di vejandina salvegera şehîdbûna serkirde Nesredîn Birhik de dike
Feb 20 2019
ARK NEWS .. Rêxistina Hewlêrê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya bangewaziyek belav kir tê de ji xelkê xwest ku beşdariyê di vejandina salvegera heftan ya şehîdbûna endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya Nesredîn Birhik de bikin .
Merasîmên salvegerê dê di roja Înê de 22/2/2019an de be ango di heman roja salvegera şehîdbûna Nesredîn Birhik dê were lidarxistin .
Li gor bangawaziyê merasîmên vejandina salvegera heftan dê li li nivîsgeha rêxistinî ya PDKSê li Hewlêrê be û ji demjimêr 5.30 dê dest bê bike .
Ş.E
470
