Li Efrînê Mayînek teqî, li Şiyê jî bac hatin sepandin
ARK NEWS .. Li navenda bajarê Efrînê mayînek bi teraktorekî teqiya di encam de du welatiyên ereb yên ku li Efrînê hatine bicîkirin jiyana xwe ji dest dan.
Li gor jêderan ku duh 28/1/2019an du welatiyên ereb dema zeviya welatiyekî kurd li kêlek dibistana Fêsel Qedara nû li ser rêya Cindirêsê cot dikirin mayînek bi wan de teqiya di encam de herdu ereban jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Şiyê jî çekdarên Emşat hijmarek ji welatiyên navçeyê û gundê Xelîl, Çeqela, û Qermitliq kom kirin û li ser her kesekî 1000 dolarên emerîkî bi bihaneya têkilî û endamtiya PYDê sepand.
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê rojek di ser welatiyan re derbas nabe bê ku para xwe ji binpêkirin nebînin û li her cihekî be pere li ser walatiyan têne sepandin û du bijarde li pêşiya wan hene dayîna pereyan yan stûxarkirin ji lêdan û eşkenceyê.
Ş.E
677
