Efrîn.. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di xulên fêrkirinê de berdewam e
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di çalakî û xulên fêrkirinê de li Efrîna Rojavayê Kurdistanê Berdewam e û tekez dike ku armanc ji wan, alîkariya welatiyan e ji bo dîtina derfetên kar.
BCF li ser rûpela xwe ya Facebooke belav kiriye: "Di 21ê Mijdara 2023yan de li Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê li Efrînê, xuleke fêrkirina kompîter hatiye vekirin".
Û serbar kir: "9 kesên ku temenê wan di navbera 20 – 29an de ye beşdar bûn. Armanc ji van xulan ew e ku niştecî fêrî pîşeyekê bibin û derfetên kar bibînin".
Piştî erdheja Sibatê, Dezgeh derbasî Efrîna Rojavayê Kurdistanê bû ji bo pêşkêşkirina alîkariyan û di 4 Tîrmeha bûrî de, li Efrînê Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê vekir
226
