
Efrîn.. Pevçûn di navbera çekdarên Ehrar el-Şam û koçberan li ser mal û milkên kurdan de derket
Di encama nakokî li ser dukanên Kurdan de, şer û pevçûnên tund di navbera hêzeke çekdar û hejmarek ji awareyên bajarê Heyan li bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê li ser mal û milkên kurdan derket.
.
Jêderekî taybet ji Ark News re ragihand ku îro Yekşemê 30.06.2024 li navenda bajarê Efrînê pevçûnên tund di navbera çekdarên tevgera Ehrar el-Şam û awareyên bajarokê Heyyan de derketin û di pevçûnan de 3 kes mirin û bo nexweşxaneyê hatin veguhistin.
Roja şemiyê 22.06.2024ê li gundê Meydan Ekbes ê navçeya Raco ya Efrînê şer û pevçûn di navbera çekdarên Girûpa Şam de derketin, ji ber nakokiya di navbera wan de li ser mafê destdanîna ser mal û milkên kurdan.
150