Serok Barzanî: Teror dujminê me hemûyan e

Serok Barzanî: Teror dujminê me hemûyan e

Jan 21 2021

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî, îro bi tundî teqînên Bexdayê şermazar kirin, û got divê teror ji kok de were jinavbirin.
Nameya serok ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeke zêde îro Pênçşem 21.01.2021 di encama du kirdarên terorîstî yên li bajarê Bexdayê hejmareke zêde ji welatiyên bêtawan şehîd û birîndar bûn. Ji bilî wê yekê ku gelek bi tundî wan tawanên terorîstî şermezar dikim, serxweşiyê li malbatên şehîdan û qurbaniyên wan rûdanan dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.

Teror dijî jiyan û bextewerî û aramiye û dijminê hevbeşê me yê hemû aliyane û ji bo ji navbirin û nehiştina terorê, hemahengiya berdewam ya hemû aliyek pêwîst e. Hêvîdar im bi hewla aliyên peywendîdar bi zûtirîn dem ewên li pişt van tawanane bigihin bi sizayên xwe.

252