Teqînek li nêzîkî filkeya Newroz ya Efrînê çê bû

Teqînek li nêzîkî filkeya Newroz ya Efrînê çê bû

Oct 01 2020

ARK NEWS... Îro 1ê Cotmeha 2020an, li nêzîkî filkeya Newroz ya navenda bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê teqînek çê bû û ziyanên madî mezin hatin tomarkirin.

Jêdereke taybet ji Efrînê ji ARKê re da zanîn ku teqîn derdora demijmêr 10ê sibê li nêzîkî filkeya Newroz çê bû di encamê de du kes bi sivikî birînda bûn û ziyanek madî mezin gihişt cihê bûyerê

Ji aliyê xwe jêderên xwecihî bal kişandin ser wê yekê ku otombêlek bombekiriî teqiya, ta niha nehatiye naskirin ku nasnameya wî kî ye

Li herêma Efrînê de her dem û demekî de teqîn rû didin, û sivîl dibine qurbanî û şehîd dikivin ya herî dawiyê jî mayînek li gundê Qêsim yê Raco teqiya di encamê de jina Kurd ya bi navê Emêne Mamo şehîd ket û hevjînê wê birîndar bû

396