Peyamnêrên Bê Sînor daxwaza eşkerekirina çarenivîsa Emîr Hamid dike

Peyamnêrên Bê Sînor daxwaza eşkerekirina çarenivîsa Emîr Hamid dike

Jan 12 2019

Rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor daxwaza eşkerekirina çarenivîsa rojnamevan Emîr Hamid kir ku ev e pênç sal in nûçeyên wî hatine birîn.

Roja 11ê Çileya 2011an, Emîr Hamid li gel çar hevalên xwe li mala xwe li Dirbêsiyê ji aliyê çekdarine PYDê ve hatin revandin, sê ji hevalên wî serbest hatin berdan, lê hîn çarenivîsa Emîr Hamid nediyar e.

Peyamnêrên Bê Sînor li ser malpera xwe ya fermî eşkere kir ku wan peywendî bi çekdarên YPGê re derbarê Emîr Hamid kiriye, û berdevkekî YPGê gotiye hin dem ji bo doza Emîr Hamid pêwîst e.

Di vê derbarê de, Sofî Anmot, rêvebra ofîsa Rojhilata Navîn ya Peyamnêrên Bê Sînor daxwaza eşkerekirina çarenvîsa Emîr Hamid û hemû rojnamevanên ku hîn li Sûryê windayî ni kir, û got ku hemû aliyên li Sûriyê dimînin di ber çarenivîsa girtiyan li jêr navçeyên desthilata xwe de, berpirs in.

Dezgeha navborî li ser zarê birayê Emîr yê bi navê, Mes'ûd Hamid belav kiriye ku birayê wî pêşevaniya xwenîşandanên li dijî Beşar Esed ji sala 2011an ve dikir, ku wêne û zaniyarî didan alavên ragihandinê, herweha rêvebrê hejmarek tevgerên şoreşgêrî li navçeyên kurdistana Sûriyê bû, di sala 2011an de jî Rêjîmê çend rojan Emîr Hamid ji ber çalakiyên wî girtibû.
Di sala 2018an de, welatê Sûriyê di pileya 177an ji koma 180 welatan de bû, di Rêzbendiya Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeryê de.

448