Hizbullaha Libnanê: Çekdarên Sûriyaya Dîmokratîk dixwaza hevdîtinê bi me re dike!

Hizbullaha Libnanê: Çekdarên Sûriyaya Dîmokratîk dixwaza hevdîtinê bi me re dike!

Jan 27 2019

ARK NEWS .. Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê aşkere kir, piştî ku Amerîka ragihand dê ji Sûriyê vekişin, Çekdarên Sûriya Demokratîk daxwaza hevdîtinekê bi Hizbullahê re kirine.

Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanî Hesen Nesrulah di hevpeyvînekê ligel kasnala “almayadeen” de ragihand, niha rewşa Sûriyê li gorî sala 2011 pir baş e, lê li rojhilatê Firatê aloziyeke Kurdî – Tirkî – Amerîkî heye.

Hesen Nesrulah got: Çekdarên Sûriya Demokratîk yên li rojhilatê Firatê ji aliyê welatên Kendava Erebî ve tên piştevanîkirin…Hêlên danûstandinê di navbera artêşa Sûriyê û HSDê de vekirî ne.”

Li ser derketina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, Hesen Nesrulah da zanîn, Amerîka bi rêya Rûsyayê re peyamek ji Îranê re şand ku heger Îran hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, ew jî dê hêzên xwe ji wî welatî vekişînin. Lê Îranê ew daxwaza Amerîka red kir.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê her wiha aşkere kir, piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, nûnerên Çekdarên Sûriya Demokratîk daxwaza hevdîtinekê bi Hizbulaha Libnanî re kirine, piştre jî çûn Rûsya û Iraqê ji bo ku ew her du welat rola navbênkariyê di navbera wan û rêjîma Sûriyê de bilîzin

445