Meryem Xan keça rêberê Kurd Qazî Mihemed bi xakê hate spartin

Meryem Xan keça rêberê Kurd Qazî Mihemed bi xakê hate spartin

Apr 02 2020

ARK NEWS... Duh 1ê Nîsana 2020î, biçûktirîn keçên rêberê Kurd Qazî Mihemed, Serokê Komara Kurdistanê ya li Mihabada Rojhilatê Kurdistanê hatiye ragihandin, bi xakê hate spartin.

Meryem Xan, ku biçûktirîn keçên Qazî Mihemed e, li Emmana paytexta Urdunê koça xwe ya dawiyê kiribû. Piştî ku termê wê gihişt Balefirxaneya Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, li Xelêfana Silêmaniyê bi xakê hate spartin.

Meryem Xan, ji ber nexweşiyekê di 14ê Adara 2020î, li Urdunê jiyana xwe ji dest dabû.

Meryem jidayîkbûyê sala 1945an e, û dayika 3 zarokan e.

Ş.E

393