Salvegera 2yan ya şehîdbûna Pêşmerge Mihemed Emîn Ehmed Silo

Salvegera 2yan ya şehîdbûna Pêşmerge Mihemed Emîn Ehmed Silo

Jan 19 2019

ARK NEWS .. Di 18ê Çileya 2019an de du sal ser şehîdbûna Pêşmergeyê Leşkerê Roj Mihemed Emîn Ehmed Silo re derbas bûn.

Di roja Çarşemê 18ê Çileya 2017an, Pêşmergeyê Leşkerê Roj Mihemed Emîn Ehmed Silo ji ber birînên xwe di şerê dijî DAIŞê de li Herêma Eskî Mûsil ku ji aliyê nîşanvanekî DAIŞê hatibû armanckirin, şehîd bû .

Pêşmergeyê Leşkerê Roj Mihemed Emîn Ehmed Silo di Fewca Yekê, di nav hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj de cihê xwe digirt.

Şehîd Mihemed Emîn Ehmed Silo xelkê gundê Xerabê Reş yê ser bi bajarokê Tirbespiyê ve ye, ji dayikbûyê 1994an, taxa Meyselûn ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye .

Ş.E

424