Salvegera çaran ya şehîdbûna pêşmerge Welat Ebdilkerîm Elî
ARK NEWS .. Di 16ê Çileya 2019an salvegera çaran ya şehîdbûna pêşmerge Welat Ebdilkerîm Elî ye ku ji ber birînên xwe di şerê dijî DAÎŞê li dibistana Xerayic li qezaya Tilefir şehîd bû .
Şehîdê pêşmerge Welat Ebdilkerîm Elî di nexweşxaneyeke Duhokê di 16/1/2015an de şehîd bû piştî ku bi her çar şehîd pêşmerge Emgiyan Badînî , Besam Mihemed Xelef , Basil Hacî û Xemgîn Xelîl Osman ji aliyê DAÎŞê ve hatibû armanckirin.
Ew herçar şehîdên navbûrî yekser şehîd bûn lê şehîd Welat ji bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin da ku çareya xwe bibîne, lê ji ber birînên xwe piştî çend rojan şehîd bû.
Şehîdê pêşmerge Welat Ebdilkerîm Elî xelkê bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye û li bajarê Zaxo bi xak hat sipartin.
Ş.E
599
