Efrîn .. Welatiyekî kurd kuştî hat dîtin

Efrîn .. Welatiyekî kurd kuştî hat dîtin

Jan 19 2019

ARK NEWS .. Li gundekî navçeya Mabeta ya Efrînê welatiyekî kurd di nav zeviyên zeytûnan de kuştî hate dîtin .

Jêdereke taybet ji nav bajarê Efrînê ragihand ku di 15/1/2019 welatiyê bi navê Egîd Şêx Hesen kuştî li nav zeviyên gundê Avrazê yê navçeya Mabeta ya Efrînê hate dîtin, li gor pizîşkê şerî ku sê roj li ser kuştina wî re derbas bûne .

Jêderê herwiha da zanîn ku Egîd Şêx Hesen ji aliyê girûpên çekdar ve çend caran hatibû girtin û ta niha sedemên rasteqîna ya kuştina wî nehatine diyarkirin .

Egîd Şêx Hesen xelkê gundê Avrazê ye û li taxa Zêdiyê ya Efrînê niştecîbû .

Ş.E

495