Hijmara 600 ji Rojnameya Kurdistan, hîn jî berdewam e

Hijmara 600 ji Rojnameya Kurdistan, hîn jî berdewam e

Jan 19 2019

ARK NEWS .. Tevî astengî û rêgiriyan ji aliyê rêjîma Esed û PYDê li ser rêveçûna karê Rojnameya Kurdisran dihat çêkirin, ji dema demazrandinê ta roja weke îro, rojnameya Kudrdistan di gihandina dengê rastiyê ji bo raya giştî di karê xwe de berdewam e .

Rojnameya Dengê Kurd ku niha bûye Rojnameya Kurdistan li seranserî Rojavayê Kurdistanê ji Dêrik ta Efrînê herwiha bajarên Şama paytexta Sûriyê, Helebê, û herêmên kurd tê de hene belav bûye, ew rojname yekemîn rojname bi nehînî di nav rojnameyên tevger û aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê, di çapkirin û belavkirina hijmarên xwe de her du hefteyan berdewam e .

Li ser vê mijarê Umer Koçerî Neqîbê Sendîkeya Rojanamevanên Kurdistan –Sûriya herwiha endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya goterek li Rojnameya Kurdistan belav kiriye tê de behsa berdewankirina karê rojnameyê û çawaniya birêvebirinê dike û dibêje :

Em di PDK-Sê de ji 2012an de ta roja weke îro - ji bilî ragihandina desthelatdariya dîfakto- wek partiyek tekane her du hefteyan rojnameya xwe belav dikin ,tevî kêmbûna pisporan lê me berdewam kir, lewma ji mafê me ye em bi berdewambûna karê xwe bê birîn şa û kêfxweş bibin.

Koçerî herwiha bi boneya gihiştina rojnameyê bo hijmara 600 dide zanîn ku ew yek girêdana me bi rêbaza Barzaniyê nemir re bihêz dike û diçespîne, û em bi hêvî ne hîn em karê xwe pêş bixînin .

Di dawiya gotara xwe de Umer Koçerî Neqîbê Sendîkeya Rojanamevanên Kurdistan –Sûriya û endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya hêvî kir ku rojnameya wan bibe rojnameyeke rojane, û di navendên herî baş yên çapkirinê li nav xaka welêt de were çapkirin, û sitem li ser rojnameyê rabe “ji ber kur ji dema sê salan e çapkirin li Qamişlo qedexeye lê dîsa bi hebûna heval û dostan bi pênos û nivîsên xwe hijmarên rojnameya me dewlemendtir dibe” .

Ş.E


680