Efrîn .. Cihek ji bo bazirganiya çekan hatiye vekirin

Efrîn .. Cihek ji bo bazirganiya çekan hatiye vekirin

Jan 13 2019

ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê navendek ji bo kirîn û firotina çekên sivik û nîvgiran bi eşkere, û li pêş çavên berpirsên Turkiyê hatiye vekirin .

Wêneyek bi destê ARKê ketiye, li gor wê wêneyê tê de diyar dibe ku cihek bi navê Navenda Efrînê li bajêr ji bo kirîn û firotina çekan hatiye vekirin .

Li gor agahî û zanyariyên ji Efrînê ku hin navendên bi vî awayî yên taybet bi bazirganiya çekan li Herêma Efrînê hene bê ku tu alî rêgirî yan wê yekê qedexe bike hebe.

Di heman demê de çekên welatiyên sivîl yên moletkirî ji aliyê girûpên çekdar ve hatine destesekirin .

Ji ber rewşa tevlîheviyê li Sûriyê bi giştî vekirina navendên bazirganiya çekan bû diyarde û li deverên rêjîm û opoziyonê hatin vekirin, û ew wek bû cihê nerihetiya welatiyê sivîl .

Ş.E

465