Efrîn .. Taxa Eşrefiyê ji taxên rastî terîbkirinê hatiye

Efrîn .. Taxa Eşrefiyê ji taxên rastî terîbkirinê hatiye

Jan 13 2019

ARK NEWS .. Ji dema ku arêtşa Turkiyê û girûpên çekdar derbasî Efrînê bûye û Efrînê kontirol kiriye piroseya terîbkirinê û guhertina demoxrafî dest pê kiriye, û ew pirose hemû taxên bajêr, navçe, û gundên wê li xwe girtiye .

Taxa Eşerfiyê yek ji taxên herî mezin li bajarê Efrînê ye, ku dikeve aliyê din ji çemê Efrînê, wek hemû tax, û gundan rastî hilmeta guhertina demoxrafî û terîbkirinê hatiye .

Piştî belavbûna nûçeya desteserkirina hikûmeta Turkiyê û girûpên çekdar ser hijmarek mezin ji malên welatiyan li kolana herî navedar li taxa Eşerfiyê ku bi kolana fîl tê naskirin dezgeha ARKê karîbû hijmarek agahî li gor nişteçiyên wê taxê li ser taxê bidest bixe .

Taxa Eşerefiyê mezintirîn taxên bajarê Efrînê ye .

Li ser du rêyên sereke rêya Helebê û Basûtê tê debaşkirin.

Kolanên sereke wek kolana Serfîs û Fîl û gundê Tirindê ku gihiştye wê taxa tê de ne.

Di her kolan û cihekî de malên welatiyan wek baregeh û navendên leşkerî hatine destnîşankirin .

ji ber şer û nêzîkbûna wê taxê ji çiya ve rastî top û balafiran dihat piraniya xelkê wê taxê derbider yan jî penaber bûne.

Ereb yan malbatên çekdaran di malên kurdan de hatine bicîkirin.

Ji ber şer û pevçûnên navbera Turkiyê û PYDê de beşek mezin ji xelkê Efrînê derbider bûn û berê xwe dane deverên dervey Efrînê û ji ber siyasetên PYDê di nehiştine vegera kurdan ji bo mal û milkên xwe, û vekirina Turkiyê û girûpên çekdar ji deryê pêşwazîkirina erebên ku li gor rêkeftinan hatine derxistin, malên kurdên resen ket destê erban de, û guhertina demoxrafî bi şêweyekî berçav hate cîbicîkirin.

Ş.E



506