PDK-Sê: Niha lêvegera Kurdî tê gotûbêjkirin

PDK-Sê: Niha lêvegera Kurdî tê gotûbêjkirin

Sep 08 2020

ARK NEWS... Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya li ser danûstandinên Kurdî Kurdî ragihand ku tevî hêdî bi rê ve diçin, lê berdewam in.

PDK-Sê di raporta xwe ya siyasî de da zanîn ku piştî gihiştina nerînek siyasî hevbeş, niha lêvegera Kurdî tê gotûbêjkirin.

PDK-Sê diyar kir: Mijara girêbesta civakî hat paşxistin, babetên rêvebirin û hin doseyên din di gerên bê de dê werin gengeşekirin.

PDK-Sê got: Tişta em dixwazin tekez bikin ku danûstandin girîng in, bi taybet bi serpireştiya Emerîka ne, û em di rêya ENKSê re piştevan in ta ku yekrêziyek û yekhelwêstek çê bibe, ku ew jî armanca me ya statîjîk e.

PDK- Sê tekez kir ku tevî hewlên pûçkirin û beravîtîkirina danûstandinan, herwiha têkdana hin aliyên nijadperestî, lê ENKSê li ser birêveçûna danûstandinan berdewam e.

Ş.E

397