Şaxên Partiya Elbes yên Dêrikê kongirên xwe li dar xistin

Şaxên Partiya Elbes yên Dêrikê kongirên xwe li dar xistin

Jan 08 2019

Şaxên Partiya Elbes ya Rêjşma Sûriyê yên Dêrik û gundewarê wê kongirên xwe yên salane li dar xistin.

Şaxê Hesekê yê Partiya Elbes li ser rûpela xwe ya fermî belav kiriye ku îro şaxên gundewarê Dêrikê yên Partiya Elbes li hola şaxê Qamişlo ya Partiya Elbes kongirên xwe yên salane li dar xistin.

Şaxên gundewarên Dêrikê ku îro kongirên xwe li dar xistine, piraniya wan yên gundên erebên Xemir bûn, yên pirojeya Zinara Erebî, ku ta weke îro jî li nav zeviyên cotkarên kurd in, û zarokên wan tevlî Asayîşa PYDê û saziyên wê bûne.

331