Poltun gehişt Enqereyê
Jan 07 2019
Rawêjkarê Ewlekariya Koçka Spî ya Emrîkî Con Poltun li gel şandeke yawer gehişt Enqerayê.
Şanda Emrîkî ku ji Israîlê dihat, ji Serok Erkanê Giştî General Jozêf Danford û şanderê taybet ji bo Sûriyê Cêms Cêfrî, serbarî Poltun, pêk tê.
Biryar e şanda Emrîkî bi rayedarên Turkiyê re, rewşa Sûriyê, bi taybet rewşa Minbicê, pêşhateyên Sûriyê, bi taybet piştî ku Emerîka ragihandiye ew bi niyaze hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, û rêkeftina sîstema mûşekên Patiriyût ya berevaniya asmanî û têkiliyên aborî navbera herdu welatan de, were gengeşekirin.
348