Partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya daxuyaniyek belav kir .
ARK NEWS .. Piştî bidawîhatina Kongira Niştîmanî Kurdistanî û ragihandina wê ji qonaxeke nû re ku karibe yekrêzî û lihevhatinekê navbera aliyên kurdî de çê bike û girtiyên siyasî di zindanên PYDê de serbest berdin û nivîsgehên partiyên Kurdî di nav wan yên nemoletkirî carek din werin vekirin ,PYDê dîsa binpêkirinên li rêkeftinan kir û nehişt Partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya nivîsgeha xwe li Cizîra Rojavayê Kurdistanê carek din veke.
Li ser wê yekê partiya navbûrî daxuyaniyek şermezariyê derbarê nehiştina PYDê ji vekirina nivîsgehê belav kir .
Di daxuyaniya Partiya Yekîtiya Kurdistan – Sûriya de hatiye ku hin serkirdeyên Rêveberiya Xweser ku ji aliyê PYDê ve hatiye ragihandin û di riya kongereke rojnamevanî de dûbare veger di biryarên xwe yên kevin di girtin û desteserkirina nivîsgehên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiyên wê de ragihand .
Em wek Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya pêşbînî kir ku li paş wê biryarê gavin din di rêkarên baweriyê de hebe wek serbestberdana girtiyan, diyarkirina çarenivîsa kesên windabûy, vegerandina mal û milkên taybet bi welatiyan, nehişta biryarên bi kîn , çêkirî û dûr ji rastiyê derheqê serkirdeyên Partiyên Enûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, vegera kesên surgunkirî û sekinandina hilmetên ragihandinê yên xiyanetkirinê ku wek gavên despêkê ji bo despêkirina diyalogeke rijd ser rêveberiya Kurdistana Sûriyê ne .
Di daxuyaniya Yekîtî Kurdistanî-Sûriya herwiha hatiya ku hevalên xwediyên nivîsgeha partiya me li bajarê Qamişlo li kêlek yarîgehê despêşxerî kirin û berê xwe dan nivîsgehê da ku dûbare nivîsgeha ku ji aliyê PYDê ve hatiye desteserkirin vegerînin, û gotibûn ku ji aliyê Partiya Yekîtî Kurdistaî – Sûriya ve hatine lê bersiva berpirsê nivîsgehê redkirin û xiyanetkirina serkirdeyên Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya bû .
Û tevî hewlên hevalên me ji bo destnîşankirina demeke diyarekî ji bo radestkirina nivîsgehê lê belê bê encam bû û ji hevalên me re gotibûn ku nîzîkî nivîsgehê nebin û ew tişt ne ji karê Hekem Xilo û Ebdulkerîm Umer e .
Di daxuyaniyê de herwiha bal kişandiye ser ku di yekemîn biryara afrandina baweriyê PYDê sextekirina idîaya xwe û hewlên eşkerekirinê ji raya giştî re ku ji diyalog û hevkariyê re amade ne çespand ku ta niha pirensîpa xiyanetkirinê li ser mejiyê serkirdeyên wan destesrkirî ye .
Di dawiya daxuyaniya xwe Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya kiryar û mejiyê û arestkirina xiyanetê ku gel gihand vê qonaxê şermezar kir û neserkeftina karên nabdewletî û navnetewî ji bo ditina çareseriyê li Rojhilatê Feratê da ku dûbare wak Efrîn ne be xist stwê wan de .
Ş . E
685
