Ji ber sedemên ewlekarî bazara Cerablusê hate rawestandin
ARK NEWS.... Piştî ku serok komarê Turkiya Receb Teyib Erdoxan ragihand ku ew ê di çend rojên bê de operasyoneke leşkerî li ser deverên kurdî yên sînorî bi Turkiyê re li Kurdistana Sûriyê pêk bîne metirsiyek di nav welatiyan de belav bûye ku îro ji ber sedemên ewlehî bazara bajarê Cerablusê hate rawestandin .
Serokê Encûmena Xwecihî ya Cerablusê Ebid Xelîl îro ragihand ku bazara Cerablusê ji ber têkçûna rewşa ewlehî le deverê piştî ragihandina Turkiya ji pêkanîna operasyoneke leşkerî û ji bo parastina jiyana welatiyan hate rawestandin .
Beriya çend rojan serok komarê Turkiya Receb Teyib Erdoxan ragihand bû ku ewê dê operasyoneke leşkerî li ser deverên kurdî yên sînorê bi Turkî re pêk bîne.
Xelîl herwiha serbar kir ku metirsîne ewlehî ji bersivdana çekdarên PYDê li ser ragihandina turkiya ji bo operasyoneke leşkerî li deverê heye.
Di 12 /12/2018an de rêveberiya polîsa leşkerî ya ser bi çekdarên artîşa niştimanî ve li ser rêbendên xwe li gundewarê Bakur li parêzgeha Helebê rewşa amedebaşiyê ragihand bû.
Rawestandina bazara Cerablusê hat piştî ku zincîrek ji teqînan li deverên cuda cuda hatin rûdan , ku di hefteya bûrî de 3 teqîn li deverên di bin kontirola Turkiya de hatin rûdan ku otombêlek li bajarê Ezaz teqiya herwihe matorek li bazara Babê û Rahî teqiya û di encam de hijmarek kuştî û birîndar ketin herwihe hijmarek teqînên din li deverê hatin encamdan ku tê gomankirin ew teqîn ji aliyê çekdarên PYDê ve bû yan jî girûpên çekdarên bi xwe bi wan teqînan rabû bin .
Ji ber gefên Turkiyê ji pêkanîna operasyoneke leşkerî li ser deverên kurdî li Rojhilatê çemê Ferat li Kurdistana Sûriya xelk di metirsiyake mezin de ye û metirsiya dûbare vegera sînaryo Efrînê li wan deran heye.
Delal Xelîl
556
