PYDê şehîdên sivîl ên Efrînê bi çete binav dike

Dec 17 2018

ARK NEWS .. Bi şêweyekî dûr ji rewiştê bê ku hurmeta xwîna pakrewanên kurdên sivîl ên di teqînê de şehîd bûne bigre PYDê û ragihandna xwe bi serevrazî û bilindî teqîna terorî ya bazara Efrînê (16-12-2018) çêbû bû li xwe girt û ew şehîd bi çeteyan bi nav kir.

Duh 16/12/2018an teqînek terorî li taxa Eşrefiyê li bazara alhal ya sereke ya Efrînê çêbû û di encam de bi dehan şehîd û birîndar ketin.
Ew bazar wek bazareke sereke ye ku xelkê bajêr, gund û navçeyên Efrînê herwiha bazirgan û xwediyên dukanan berê xwe didin wê bazarê da ku pêdiviyên xwerinê yên rojane dabîn bikin û kelûpelên dukanên xwe bikrin ji ber ku nerxê wê bazarê ji cihê din erzantire .

Li gor agahiyên ARKê tekez kirine ku tu navendên leşkerî li sûq Alhal ya Efrînê tune ne û egere hebe li Dewara Kawa ye ku ew Dewar li ser riya Helebê ye û derdora 300 mitran ji Sûq Alhal ve dûr e ku qurbaniya wê teqînê piranîya wan xelkê sivîl in nexasim kurdên Efrînê ne .

Di heman roja teqîna terorî de Odeya Xedeb Zeytûn ew teqîna terorî li xwe girt û malperên PYDê û alavên wê yên ragihandinê daxuyaniya wê odeyê belav kir û rûpelên torên civakî û çalakvanên PKKê û PYDê bê ku hurmeta şehîdên kurdên sivîl yên Efrînê bigrin ew teqîna terorî li xwe girtin û ew şehîd bi çeteyan binav kirin .

Lixwegirtina PYDê ji wê teqîna terorî re bû cihê nerazîbûna xelkê Efrînê û ew yek bi negirtina hurmeta xwîna şehîdên sivîl binav kirin.
Ew svîlên kurdên resen yên tevî astengiyan û binpêkirnan xweragirin û berxwedana mana di Efrînê kurdistanî dikin û naxwezin xaka wan ji erban re bimîne û bi xaka xwe ve girêdayine .

Ş.E

422