
Hin girûp ji Efrînê derketine da ku başdariyê di şerin din de bikin
Dec 15 2018
ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê liv û tevgera beşek ji girûpên çekdar lawaz bûye tê goman kirin ku ew girûp berê xwe dane Turkiyê da ku beşdariyê di operasyonên Turkiyê derheqê bajarên Kurdistana Sûriyê de bikin .
Jêdereke taybet ji Efrînê di 13/12/2018an ragihand ku hin girûp ji gundên Efrînê derketine û tê gomankirin dê beşdariyê di şerê Turkiyê li hember bajarên Kurdistana Sûriyê de bikin .
Jêderê tekez kir ku liv û tevgera wan girûpan di nav hin gundên Efrînê de lawaz bûye lê li navenda bajarê Efrînê hîn hebûna wan girûpan berçav û zêde ye.
Ş.E
573