11 sal in hunermend Aram Dîkran ji nav me bar kiriye

11 sal in hunermend Aram Dîkran ji nav me bar kiriye

Aug 08 2020

ARK NEWS... Di rojeke weke îro de, di 8ê Tebaxa 2009an, hunermend Aram Dîkran koça xwe ya dawî kir.

Jiyan û berhemên Aram Dîkran
Weke navê xwe, stran û dengê wî aramiyê dixin hestê her kesekî ku lê guhdar bike, bi saz û zimanekî kurdewarî resen êşa miletê Kurd vedughest, di deryaya azaran de melevan bû, di cîhana Evîndaran de mîna gulan awazê wî diyarî hev dibûn, digot:" Bi Eslê xwe Ermen im, lê bi dil, can, stran û awazê xwe Kurd im".

Hunermend Aram Dîkran di sala 1934an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû, ji malbatek Ermenî ku ji sala 1928an ve ji ber fermana Osmaniyan li dijî miletê Ermen xwe li Qamişlo girtibû.

Ji piçûkaniya xwe ve, fêrî mûzîkê bû, û despêka wî bi amûra ûdê bû, û fêrî stran û awazê bû, paşê ji amûra cimbişê hez kir û di demeke kurt de li ser jenîna wê bû behremend.

Yekem stranên wî ji peyv û awazê bavê wî bûn , tevî gotina wî ji hin stranên filiklorî Ermenî û kurdî re, paşê strana Şev Çû ya Helbestvan Ceger xwîn û strana Ey Dîlberê gotin , û di demeke kurt de belav bûn û bi wan navdar bû .

Di sala 1966an de hunermend Aram Dîkran berê xwe da Ermînyayê û xatir ji hezkiryê xwe li bajarê Qamişlo xwest û dawîn stran bi navê "Diçim Diçim Nema Têm" diyarî wan kir.

Di sala 1967an de tevî radyoya Yerîvanê bû û li wir hunermendên strana kurdî ya resen mîna Kerapitê Xaço nas kirin, radyoya Yerîvanê westgeheke giring bû di jiyana wî de, ku li wir dengê xwe gihand tevaya Kurdistanê.

Piştî demeke dirêj di radyoya Yerîvanê de, berê xwe da welatê Ewropayê û li wir beşdarî di gelek vistîvalê Kurdî de kir û di sala 1995an de li Esîna paytexta Yûnanê niştecî bû.

Dîkran bi sedan stranên Kurdî gotine û helbestên helbestvanên Kurd yên navdar, mîna Ceger Xwîn, Seydayê Tîrêj û Keleş strandine, tevî dihên stranan ji gotin û awazê wî.

Ji stranên wî yên herî navdar, Bilbilo, Newroz e Newroz, Şivano, Şev Çû, û herweha strana Zimanê Kurdî ji gotinê helbestvan Şikoyê Hesen ku bi wê stranê hezkirina Miletê Kurd bi zimanê wî pirtir kir û bû sirûdek li ser zimanê piçûk û mezinan geriya.

Hunermend Aram Dîkran piştî demek dirêj ji xizmeta strana Kurdî di 8 Tebaxa 2009an de ji encama kirîzeke dil koça xwe ya dawî kir, û li Biroksilê paytexta Belcîkayê bi xakê hat spartin.

ARK NEWS

590