
Desteya Tehrîr Elşam destê xwê danî ser hejmarek gundên Efrînê
ARK NEWS... Ji duh 18ê Hizêrana 2022yan ve rewşa herêma Efrînê Rojavayê Kurdistanê ne aram e, şer û pevçûn navbera komên çekdar yên bi ser artêşa nişîtmanî û Desteya Tehrîr Elşam ve rû didin.
Li gorî agahiyên bi destê ARKê ketine ku di encama wan nakokiyan de hejmarek gund li navçeya Şêrawa li başûrê bajarê Efrînê û li navçeya Cindirêsê li rojavayê bajêr ketine bi destê Desteya Tehrîr Elşam de.
Jêderan dane zanîn: ku her yek ji gundên: Xezewiyê, Basûtê, Endarê, Kurzêlê û Turindê li navçeya Şêrawa û gundên: Dêr Belûtê, Til Silûrê, Dêwa, Kefir Sefrê û Kora ketine bi destê Desteya Tehrîr Elşam de ku ew deste beriya niha bi eniya Elnusra dihat naskirin.
Jêderan eşkere kirin ku ta niha girjî û alozî berdewam in.
Ş.E
406