Efrîn .. Welatiyekî kurd bû qurbaniya teqîna terorî
Dec 15 2018
ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê teqînek terorî çêbû di encamda şehîd û birîndar ketin .
Di 13ê Berçileya 2018an derdora demjimêr nehê şevê teqînek li pêş nanpêjxaneya Ebû Îmad li ser riya Raco nêzîk herdu dibistanên Fêsel Qedûr a kevin û dibistana Rêfiyê çêbû .
Di encama wê teqînê de welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest dan û hin ji birîndar bûn ji kesên hatine naskirin welatiyê bi navê Zekî Şukrî ji malbata Dêli ku bû qurbaniya wê teqînê .
Zekî Şukrî karê çêkirina matoran li navenda bajarê Efrînê li ser riya Raco dikir û di encama teqîna bombeyeke bombirêjkirî de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû .
Ş.E
896
