Apo behîdariya malbata şehîd Xalid Bosilî kir
ARK NEWS .. Endamê komîta navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya Ebdlurehman Apo li gel şandekê ji serkirdayetiya heman partiyê ku ji endamê komîta navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya Ebdulkerîm Mîranî û Mihmed Emîn Ebas bavê Mizgîn pêk dihat serbarî hejmareke dî ji serkirdeyên Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya seredana malbata şehîd lîwa Xalîd Bosilî bavê Umer kir .
Şehîd lîwa Xalîd Bosilî bavê Umer di şerê bervaniyê beramber çekdarên Heşda Şe'bî de şehîd bû herweha hevalê nemir Mela Mustef Barzanî di şoreşa Êlûnê sala 1961ê de bû .
Ew seredan li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê hat pîk anîn û pêşwaziyeke germ ji aliyê malpata şehîd ve li şandê hate kirin.
Bo latînî : Ş.E
599
