Serok Barzanî pêşwaziya Ebdulrehman Apo kir

Serok Barzanî pêşwaziya Ebdulrehman Apo kir

Dec 05 2018

Roja çarşem 05.12.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya kesayetiyê siyasiyê Kurdê Suriye û Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê – Suriye Abdulrehman Apo kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi azadbûna Abdulrehman Apo ji zîndanê nîşanda û ragihand ku cihê mixabiniyeke zêdeye têkoşerekî wekî wî bi destê aliyekî Kurdî bixin zîndanê. Serok Barzanî hêviya wê yekê xwest dawî bi êş û azarên gelê Kurd li Suriye bê.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Suriye û rewşa Kurd li wî welatî de danustandina bîr û ramanan kirin. Serok Barzanî ji bilî derbirîna nîgeraniya xwe ya di derbarê paşaroja Kurd li Sûriye, tekez li wê yekê kir ku daxwaza wan ji bo baştirbûna kêşeya Kurd li Sûriye tiştekî din bû. Lê belê bi sedema reftar û biryarên yek aliyane û binpêkirina rêkeftinnameyên di navbera aliyan niha rewş aloz û pir giriftan ji bo gelê Kurd li Sûriya aniye holê. Eve jî ji bo me hemûyan cihê mixabiniyeke mezine.

458