Efrîn .. Derbiderekî  Ereb 4500 dolar û otombêlek ji gundê Bedîna dizî

Efrîn .. Derbiderekî Ereb 4500 dolar û otombêlek ji gundê Bedîna dizî

Jul 18 2018

Derbiderekî Ereb xelkê Cebel Zawiyê yê parêzgeha Idlibê li gundê Bedîna yê navçeya Raco ya Efrînê niştecî bûbû otombêlek û hijmarek ji pereyan ji gund dizî û berê xwe da derveyî Efrînê .

Li gor agahiyên ARKê ku ew derbider bi navê Minhel Fiyad Umer e û nasnameya wî ya sexte bi navê Qeyser Hebîb Umer e û li gundê Bedîna niştecî bûbû û duh di 17-7-2018 an otombêlek ji corê Van rengê sipî hijamra 993572 û 4500 dolar ji gund dizî .

Kesê ku wêneya Minhel Umer û wêneya otombêlê ji ARKê re şandiye tekez kiriye ku ew otombêl û pare yê welatiyê Rêzan Reşkîlo birayê siyasetmedar Zahide Reşkîlo ye .

599