Konfiransê revenda kurdî li bajarê Ferankforta Elmaniya lidar ket

Dec 02 2018

Dibin diruşma "mafên kurdan ji bo avakirina dewleta serbixwe "konfiransê revenda kurdî li bajarê Ferankforta Elmaniya li ser daxwaza Encumena Navendî ya komeleyên kurdên Elmaniya birêve çû.

Ev konfiras li encama zincîrek civîn bi armanca yekgirtina komeleyên kurdî li ser hindek bingehên serekî di pêşekiya wan de jî karkirin ji bo bidestveanîna mafên gelê kurd.

Konfirans bi amadebûna nûnerên komeleyên Kurdî û rêxistinên civaka sivîl ya Kurdistanî li bajarê Ferankfort "di roja şemiyê de (01.12.2018) bi awayekî berfireh birêve çû ji bo hilbijartina encumenek nû û gotûbêjkirina bernameya encûmenê", û pilanên kar û programa encumenê darêjin û karê revenda kurdî û komeleyên wê bi rêxistin bike.

Konfirans bi seruda niştîmaniya kurdî "Ey Reqîb" destpê kir û piştre xolekî bêdeng li ser canê şehîdê kurd û Kurdistanê rawestiyan.

Paşî Nadir Doxatî cêgirê serokê encumenê bixêrhatina amdebûyan kir û çend gotin ji aliyê endamên encumrnê ve hatin xwendin û herwisa gotina Partiya Sosiyalista Demokrat ya Elmanî SPD li wê kantonê hat xwendin û beşdarbûyan konfirans dewlemend kir bi pirs û pirsiyarên xwe.

Di beşekî din ya "konfiras de" fîlmek sanemayî derbarê pehlewaniya pêşmerge li şerê dijî "Daişê" hat nimayîşkirin û herwisa gotina serokê komeleya dostayetiya kurd û Elmana li Hewlêr Doktor Hêmen Omar jî hat xwendin û di dawiya konfirans de biryar hat standin ku bi awayekî fermî daxwaza moletê ji hikumeta Elmaniya bikin, û hindek pirsên rêxistinî hatin gotûbêjkirin û çend komît hatin avakirin mîna komîta jinê û komîta şêwermendan ku pêktê ji yasanasan û akadmînasan bi serokatiya nivîskar û rojnamevan Ebdulah Cindî û herwisa komîta ragihandinê û ya ciwan û xwendevanan û rewşenbîrî û hunerî jî ava bûn û serbarî encumena berê ya komeleyê 3 endamên nû lê zêde bûn.

R.O

646