ENKS: Di ber her ziyanekê ku bigihe serkirdeyên me de PYDê berpirs e
ARK NEWS... Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir, tê de tekez kir ku armanca kiryarên ku PYDê di dermafê ENKSê de encam dide, veşartin û perdepoşkirina neserkeftin, û şikestina PYDê di warên rêvebirin û siyasî de ne.
Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, di daxuyaniya xwe de bi tundtirîn şêwe, gotegot, piropaganda û nûçeyên dûr ji rastiyê yên ku malper û rûpelên torên civakî bi ser PYDê ve di dermafê serkirdeyên ENKSê, wek Mihemed Ismaîl, Silêman Oso û Mijdel Delî de belav dikin, her weha gotegotên vekişana hin partiyan ji nava ENKSê di civîna dawiyê de, şermezar û riswa kirin.
ENKSê daye zanîn, ku ev yek di çarçoveya hilmeta rêbazkirî, bi mebesta şêwexistina navê ENKSê, û tirsandina serkirdeyên wê de tên, û armanca PYDê veşartina binkeftin û şikestina xwe di warên siyasî û birêvebirinê de ye, di vê derbarê de ENKSê her ziyanekê ku bihige serkirdeyên navbûrî yan serkirdeyên din, PYDê weke berpirs di ber de dibîne.
Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê nîşan bi wê yekê kiriye ku ev nûçeyên nerast, tu carî nabin rêgir li pêş karê ENKSê, û dê di xebata xwe de bo bidestxistina mafên gelê kurd û xizmeta doza Kurdî, berdewam be, di heman demê de dê kar bo Sûriyayeke demoqrat û yekgirtî, li ser bingeha wekhevî û dadperweriyê kar bike tê de mafên hemû pêkhateyên Sûriyê di destûrê de parastî û pesendkirî bin.
198
