Rêxistinên navdewletî R.Kurdistanê bi cih hiştin

Rêxistinên navdewletî R.Kurdistanê bi cih hiştin

Oct 15 2019

Piştî derbasbûna rijêma Esed nav navçeyên di bin kontrola "QSD"e de, çendîn Rêxistinên navdewletî û Rojnamevanan, Rojavayê kurdistanê bi cih hiştin.

Li gor jêderên ragihandinê, îro ٍSêşemê 15.10.2019 karmendên Rêxistinên navdewletî di rêya dergehê Sêmalka re derbasî Herêma kurdistanê bûn, di nav wan rêxistinan de, "save the children" û " komîta hewarçûna navdewletî", herweha herdu rêxistinên "ACTED" û " Handicap".

Jêderan dane xuyakirin ku roja Duşemê jî tîmeke diblomasî Emerîkî û çendîn Rojnamevanên Ereb û Biyanî wek yên CNN، CBS، GUARDIAN، NEW YORK TIME، AP, AlARABIYA û Ajansa Nûçeyan a Ferensî di rêya dergehê sêmalka re ji rojavayê kurdistanê derketine.

N.H

342