Li Serê Kaniyê şerûpevçûn navbera grûpên çekdar de rû dan
Nov 02 2020
ARK NEWS.. Li Serê Kaniyê şerûpevçûn di navbera girûpên çekdar bi xwe de rû dan , û di encamê de 2 çekdar hatin kuştin.
Jêderên xwicehî ragihandin ku duh li nava bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê , şerûpevçûn di navbera girûpên Sultan Murad û Firqeya 20ê de rû dan.
Weke heman jêderan dane xuyakirin ku di encama wan şerûpevçûnan de 2 çekdarên girûpa Sultan Murad hatin kuştin , û hejmarek din ji herdu aliyan ve birîndar bûn .
Li gorî jêdean dane diyar kirin ku ji ber nakûkiyê li ser malûmilkên Kurdan li bajarê Serê Kaniyê şerûpevçûn navbera wan girûpan de hatin rûdan .
330
