Waşinton: Dahatên Kaptagonê xelkê Sûriyê rastî zordestiya rêjîma Sûrî dike
Emerîka piştrast kir ku Sûriye, di bin desthilata rêjîma Beşar Esed de, bûye navednda hinardekariya sereke yê Kaptagonê, ku aramiya herêmê têk dide.
Ev yek îro 26.06.2024ê Balyozxaneya Emerîkî li Sûriyê ragihandin: Bi helkefta roja cîhanî ya dijî bikaranîna madeyên hişber û bazirganiya neyasayî.
Balyozxaneyê got: "Rêjîma Esed dahatên girîng ji bazirganiya neyasayî ya Kaptagonê werdigire, ku dibe sedema berdewamiya tepeserkirina Sûriyan û têk dide aramî, ewlekarî û tenduristiya giştî li herêmê berfirehtir dike".
Tekez kir ku "Emerîka dê berdewam be li ser bikaranîna amûrên xwe ji bo rûbirûbûna çalakiyên darayî yên neyasayî yên rêjîmê û şerê li dijî qaçaxçiya Kaptagonê û gefên din ".
Di dawiya 2022an yasaya " Kaptagonê 2" hatiye derxistinku armanc Emerîkî jê têkbirin û jinavbirina berhemanîna madeyên hişber û qaçaxçiyê li Sûriyê.
200
