Xwecihiya Tirbespiyê ya ENKSê mijara yekhelwêstkirina Kurdî gotûbêj kir

Xwecihiya Tirbespiyê ya ENKSê mijara yekhelwêstkirina Kurdî gotûbêj kir

May 11 2020

ARK NEWS... Duh, 10ê Gulana 2020, Xwecihiya bajarokê Tirbespiyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, civîna xwe ya normal li dar xist, û mijarên siyasî, civakî, û rêxistinî gotûbêj kirin.

Li gor malpera fermî ya ENKSê, civîn bi xuleke bêdeng li ser canê pakrewanên Kurd û Kurdistanê dest pê kir û piştre behsa pêşhateyên dawiyê kir.

Li ser sata siyasî, di civînê de ameje bi ked û karên Emerîka, Fransa, û Birîtaniya ji bo yekhelwêstkirina Kurdî hate kirin, herwiha hin mijarên din di warê civakî û rêxistinî jî nîşan pê hat dan.

Ev yekem civîn e, piştî koronayê tê lidarxistin, û ji beriya du mehan ve, ji ber rêgirî û rêkarên xweparastinê civîn hatibûn rawestandin.

Ş.E

297