UN dê 200 $ li ser her konekê li 4 kampên penaberan re belav bike

UN dê 200 $ li ser her konekê li 4 kampên penaberan re belav bike

Apr 17 2020

ARK NEWS... Komisyona bilind ya karûbarên penaberan UNHCR ji bo kirîna alavên xweparastinê ji belavbûna vayrosa koronayê minheyek ji pareyan pêşkêşî penaberên Kurdistana Sûryê li Herêma Kurdistanê dike.

Komisyona bilind ya Netewên Yekgirtî got, ku ew ê 240 hezar dînarê Iraqî ango 2 sed dolar li ser her malbatekê ji penaberan belav bike da ku kelûpel û kerestên xweparastin û taqîmkirinê ji vayrosa koronayê bikrin.

Li gor nameyeke komîsyonê ew pirose dê bi alîkariya kompaniya Zên kaş û bi hemahengî û serpiriştiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku birêveberiya kampên penaberan dike ji 15 Nîsanê ta 2 meha 5an li ser çar kampên ser bi Hewlêrê ve dê di rêya tîmeke pispor bi wê piroseyê di nava kampan de were belavkirin.

Biryar e ji Çarşemê15. 04.2020, li kampa Basirme ya penaberên Rojavayê Kurdistanê destpê bike û piştre li ser kampên Dareşikran, Kewregosk û Qoştepe dê were belavkirin.

332