Hûrguliyên kuştina Serokê DAIŞê hatin eşkerekirin

Hûrguliyên kuştina Serokê DAIŞê hatin eşkerekirin

Oct 27 2019

ARK NEWS .. Îro Yekşemê 27ê Cotmeha 2019an, hin dezgehên ragihandinê yên Emerîkî eşkere kirin, ku artêşa wî welatî, Serokê DAIŞê "Ebû Bekir El Bexdadî" kuşt.

Kovara "Newsweek" got ku "El Bexdadî" îro di operasiyona hêzeke taybet ya Emerîkî de, li parêzgeha "Idlib"a Sûriya hat kuştin.

Ji aliyê xwe ve "CNN" ragihand, ku berpirsekî Emerîkî eşkere kiriye, ku piştî gihiştina hêzên Emerîkî ji bo cihê "El Bexdadî" hin pevçûn derketin.

Berpirsî amaje bi wê yekê kir, ku "El Bexdadî" hat kuştin. û ew yek jî diyar kir ku dibe wî xwe teqandibe.

Heta niha ti daxwuyaniyên fermî, ji aliyê Wezareta Berevaniyan Emerîka yan "CIA" ve, derbarê vê bûyerê nehatine dayîn.

Z.I

562