Nirxê yek çiwalê vala gehiştiye 1100 LS

Nirxê yek çiwalê vala gehiştiye 1100 LS

Jun 07 2019

Şewat û şewtandina zevî û berheman ji aliyekî ve, kêmbûna nirxê destnîşankirî ji bo kirîna genim û çehî, û buhabûna teklîfeyên çandinî û berhemînanê ji aliyekî din ve, barê çotkarên Rojavayê Kurdistanê gelekî girantir kiriye.


Hevdemî berdewamiya şewtandina berhemên cotkarên kurd, rêveberya Partya Yekîtya Dîmuqratîk PYD nirxê çiwalên vala giran kiriye, ku ji bo her çiwalekî vala 1100 Lêreyên Sûrî destnîşan kiriye, di beramber de Rêjîm tenê 700 Lêreyên Sûrî ji bo yek çiwalî destnîşan kiriye, cotkarek jî dipirse ji bo çi PYD nirxê yek kîlo genim û ceh ji nirxê ku Rêjîmê destnîşan kiriye erzantir kiriye, û di heman demê de nirxê yek çiwalê vala ji nirxê ku Rêjîmê destnîşan kiriye girantir kiriye.


Ev e çend roj in çinîna berhemên çeh û genim li Sûryê û navçeyên Rojavayê Kurdistanê dest pê kirine, şewat û şewtandina zevî û berheman jî hîn berdewam e, bê ku tu çare jê re bê dîtin.


Li gorî amarên fermî ta niha bihtrî 25 hezar donmî li navçeyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji ber şewatê rastî ziyanê hatiye.

761