Agir bi çiyayê Mabeta û Cindirêsê yê Efrînê ket
ARK NEWS..Careke din agir bi dar û daristanên çiyayê Efrînê ket û ji ber bilindbûna pêla agir, gundên herdû navçeyên Cindirêsê û Mabeta li xwe girt û ziyanek mezin gehişt daran.
Li gor agahî û zaniyriyan ku agirek bi hêz bi çiyayê gundê Xerza yê Mabeta û gundê Çoqela yê Cindirêsê ket ku di encamde ziyaneke mezin gihişt darên zeytûnan û zeviyên çandiniyê û darên çiyayî û mezrxan û tevî hewlên berdewam xelkê gund nikarîn wî agirî vemrînin.
Ew agir ji duh bi şevê ve 6/8/2018 ta danê sibê vêketîbû ji ber bilindbûna ast û pêla agir xelkê gund nikarîbûn wî agirî vemrînin û berpirsên Turkan xemsariyek derbarê vêketina wî agirî hebû û tu destêwerdan ji bo vemirandinê nekirin.
Diyardeya şewtandina dar û daristanên Efrînê îdî pir berbelav bûye û xelkê Efrînê herdem bang ji bo aliyên berpirs dikin da ku jîngeha Efrînê biparêz in .
Beriya demekê Serokê Encûmena Navçeya Şiyê Ehmed Hesen ji ARKê re ragihandibû ku şewtandina darên Efrînê bi mebest tê vêxistin û xwest ku ew kiryar werin rawestandin.
Navbûrî herwiha sipasiya xelkê gund û tîmên berevaniya sivîl kir ku hewlên xwe ji bo vemirandina agirê dikin.
Herêma Efrînê bi dar û zeviyên xwe û sirûşta xwe ya çiyayî û geştûguzarî navdar e û derdora 20 melyon darên zeytûnan li Efrînê hene û nêzîkî du melyon darên henaran û bi sedê hezaran di darên merxan û darên çiyayê gund û çiyayên Efrînê xemilandine hene ku ev e demeke sirûşta Efrînê bi şewtandina daran di metirsiyê de ye û banga Efrîniyan ew e ku jîngeh û sirûşta wê herêmê were parastin.
Ş.E
689
