Çekdarên

Çekdarên "Ciwanên Şoreşger" zarokeke din li Helebê revand

Nov 17 2023

Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bi ser QSDê ve di revandina zarokan de berdewam e, herî dawî keçeke 13 salî ji Helebê revand.

Jêderên taybet dane zanîn: "Roja Pêncşemê 16ê Mijdarê, çekdarên Ciwanên Şoreşger, Estêr Ehmed ji pêş dibistana Selahedîn ya keçan li taxa Şêx Meqsûd revand, û ta niha çarenivîsa wê ne diyar e".

Estêr jidayikbûya sala 2009an e û xelka navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

Di 8ê Mijdarê de, "Tevgera Ciwanên Şoreşger" keça 13 salî Sebriya Şiyar Misto, ji Şêx Meqsûd revand, û di 11ê mehê de û piştî fişareke ragihandinî serbest hate berdan.

Di Cotmeha bûrî de, ARKê revandina 5 zarokan ji aliyê girûpên çekdar yên bi ser QSDê ve li bajarên Heleb û Qamişlo weha belge kiribû:
- Salîn Mehmûd, 14 salî
- Solîn Ibrahîm, 15 salî
- Mîrav Ednan Xaşo, 15
- Sîmêl Zêdan Ismaîl, 14
- Izedîn Bekrî Ne’san, 12 salî.

Tevî ku Mezlûm Kobanê fermandarê QSDê di sala 2019an de, rêkeftinek li gel Vêrcîniya Gamba Nûnera NY bo karûbarên zarokan û leşkerkirina wan îmze kiriye, lê QSDê di revandina zarokan de berdewam e û bangên kesûkarên wan û çalakvan, siyasetmedar û partiyên Kurdî ji bo bidawîkirina vê diyardeya metrsîdar, piştguh dike.

220