li Efrînê teqîneke bihêz rû da

li Efrînê teqîneke bihêz rû da

Nov 18 2023

Li navenda bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, teqîneke bihêz rû da, tê de kuştî û birîndar ketin.

Teqîn li dergehê bajêr ku bi kevan bajarê Efrînê ya Rojhilatî tê naskirin, derdora demjimêr 6ê êvarê îro 18ê Mijdara 2023yan, rû daye, tê de hejmarek kes kuştî û birîndar ketine.

Jêdereke taybet da zanîn ku otombêleke bombirêjkirî teqiya, tê gotin li ser rêbenda çekdarên Polîsên Leşkerî ye.

Jêderên xwecihî dane zanîn ku hin sivîl jî bûne qurbanî, lê ta niha bi zelalî nasnameya qurbaniyan û hejmara wan derneketiye.

Li gorî perçevîdiyoyên belav bûne, diyar dibe ku otombêlên hawarçûnê berê xwe didin cihê bûyerê, ta niha tu aliyekê berpirsiyaretiya xwe ji teqînê ranegihandiye.

91