
Elmaniya .. PDK-Sê dê salvegera şehîdbûna Ehmed Şêxo vejîne
ARK NEWS .. Rêxistina Elmaniya ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, û malbata şehîd Ehmed Şêxo banga beşdariya vejandina salvegera yekem, ya şehîdbûna Şêxo kir .
Di daxwuyaniyekê de, Rêxistina PDK-Sê li Elmaniya bang li revenda Kurdî dike, ku beşdariyê di vejandina salvegera yekem ya şehîdbûna Ehmed Şêxo, endamê PDK-Sê, û Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê bikin .
Merasîma vejandina salvegerê, roja Şemiyê 15/6/2019an li Bajarê Îsin yê Elmaniya :
Karl -Denkhaus Straße 11 - 45329 Essen demijmêr 12 dê were lidarxistin .
Ehmed Şêxo di 12/6/2018 di zîndana Emşat ya Şiyê rastî eşkencedanê hatibû piştre jiyana xwe ji dest da.
Ş.E
696