300 hezar ereb li Efrînê bi cî bûne, çekdar jî li ser malên Kurdan di nakokiyan de ne

300 hezar ereb li Efrînê bi cî bûne, çekdar jî li ser malên Kurdan di nakokiyan de ne

Feb 24 2020

ARK NEWS... Piroseya niştecîkirin û bicîkirina derbiderên ereb yên ku ji şerê Idlib û Helebê direvin, li Herêma Efrîna Rojavayê Kuridtanê, roj bi roj zêdetir dibe, ku di vê dema dawiyê de bi sedê hezaran li bajêr û navçe û gundan hatine bicîkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di raporteke xwe de ragihand ku piştî reva bêtir ji nîv melyon kesî ji ber şerê rêjîm û Rûsiyê jili ser herêmên Idlib û Helebê û derdora wê, berev herêmên di bin destê Turkiyê, nexasim ku deriyên sînorî ji aliyê Turkiyê ve hatin girtin, 300 hezar welatiyên ereb ji wê rêjeyê li Efrînê hatin bicîkirin.

Heman rêxistinê da zanîn ku, nakokî navbera çekdaran li ser desteserkirina mal û mulkên Kurdan de derdikevin, ji bilî wê yekê jî Kurdên bi xaka xwe ve girêdayî ne ji malên xwe têne derxistin û avahiyên neamede têne amedekirin da ku çekdar bi kirê bidin yan jî bifroşin ereban.

Li aliyekî din, berpirsekî di Berevaniya Sivîl ku bi kum spî têne naskirin, bi navê Ebû Wîsam, bi xwe jî ji Idlibê ye, destê xwe danî ser avahiya Celhût, ku vedigere ji malbateke erebên berê yên Efrînê, û xwediyên resen jê bi der xistin da ku erebên derbider yên nû, tê de bi cî bikin.

Her di berdewamiya guhertina demoxrafiya herêmê de, çekdarekî mala ku destê xwe danîbû ser, li navbeda bajêr nêzîk navenda rewşenbîriyê, bi buhayê 1000 dolar, firot erebekî Idlibê, piştre ji bo cihekî nediyar reviya.

Rêxistina mafê Mirovan tekez kiriye ku, di 21ê Sibata îsal de, 7 malbat erebên Idlibê, li gundê Til Silûr, yê ser bi Cindirêsê ve, hatin bicîkirin, ew jî piştî gevdana malbatên Kurd ji pêşwaziya wan malbatan bi hêza çekan, û bi navê mirovatiyê, lê ya balkêş ew bû ku kel û pelên ku hatine dizîn di despêka operasyona leşkerî de, bi wan re bûn. Serbarî wê yekê jî hin ereban kon ji xwe re di nav zeviyan de vedigirin û pezên berê dizîne berdidin wan deran.

Li taxa Eşrefiyê jî nakokî navbera çekdarên Cebha Şamiyê û Ebû Ehmed Kebso li aliyekî û hin çekdarên Xûta derketin, ji ber ku malên ku desteser kirine her aliyek dixwaze ji xwe û kesûkarên re tê de bi cî bike.

Heman rêxistin nişan bi wê yekê daye ku çekdarên Feyleqa Şam û Mecid, avahiyên neamede ameda dikin da ku derbideran bi kirê bi buhayê 75-100 dolarê Emerîkî bidin wan.

Jêderên agahdar ji aliyê xwe ve tekez dikin ku ew yek bûye diyarde, û roj roj Efrîn ji Kurdayetiya xwe dikev, û rêjeya Kurdan tê de kêm û lawaz dibe, û ya ereban zêde dibe.

Ş.E

328