Til Hasil.. Hilmeteke girtinê derheqê kurdan de
Nov 28 2018
ARK NEWS .. Li bajarokê Til Hasil yê kurdistana Sûriyê rêjîma Esed bi hilmeteke girtin û binçavkirinê derheqê welatiyên kurd de rabûn.
Li gor jêderên xwecihî ragihandine ku duh 27/11/2018an çekdarên ser bi rêjîma Esed li bajarokê Til Hasil yê gundewarê herêma Sifîrê ya Helebê bi hilmeteke girtinê rabûn, û di encam de hijmarek ji welatiyên kurd binçav kirin , ji kesên hatine naskirin welatiyê bi navê Cum'e Zuhêr Qasim Eyûb.
Bajarokê Til Hasil û Til Eran ser bi herêma Sifîrê ya Helebê ve ne û xelkê wan herdu bajarokan kurd in.
Ş.E
342