QSDê zarokek li Kobanê revand

QSDê zarokek li Kobanê revand

Mar 20 2024

Revandiva zarkan û leşkerkirina wan ji aliyê QSDê ve li tevaya deverên di bin kontirola wê de berdewam e, herî dawî QSDê zarokeke 15 salî li bajarê Kobanê yê rojavayê kurdistanê revand.

Jêderek taybet ji ARKê re ragihand ku çekdarên tevgera ciwanên şoreşger yên bi serQSDê ve zaroka bi nave Viyana Ehmed Ibrahîm ya temen 15 salî, roja 15ê Adara 2024an ji bajarê Kobanê yê rojavayê kurdistanê revandin û bo leşkergehên xwe birin, ku ta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Kobanê Di sala 2019an de li Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha tu pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava QSDê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçar dikin.

263