Qamîşlo.. Bihabûna nirxê goştê mirîşkan dibe sedema girtina deriyên dukanên mirîşkan

Qamîşlo.. Bihabûna nirxê goştê mirîşkan dibe sedema girtina deriyên dukanên mirîşkan

Mar 14 2024

Bi boneya hatina meha Remezanê, nirxê goşt li bajar û bajarokên R. Kurdistanê bilind bû, ji ber ku nirxê kîloya mirîşkê gihişte nêzîkî 40 hezar lîreyên sûrî.

Li gor rojnamevan Îvan Hesîb, duh Çarşemê (13.03.2024) gelek dukanên mirîşkan li bajarê Qamişlo yê R. Kurdistanê deriyên xwe girtin,

ji ber cudahiya mezin di navbera nirxê dabînkirinê de ji aliyê rêveberiya PYDê ve û biha bazirgan û mirîşkên ku li dukanan belav dikin.

219