Salvegera 9an ya koçbarkirina Ciwan Mîranî
Mar 13 2024
Îro nehemîn salvegera koça dawî ya serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê - Sûriye Ciwan Mîranî derbas dibe.
Di 13 Adara 2015an, Ciwan Mîranî, yekem serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê - Sûriyê, di encama nexweşiyeke giran de, jiyana xwe ji dest da.
Mîranî di sala 1971ê de li gundê Swêdiyê li devera Gojran li gundewarê Dêrikê li R. Kurdistanê ji dayîk bûye, bi çalakî û xebata xwe di nav ciwan, pêşmerge û rojnamevanan de naskirî bû û di sala 2013an de wek yekem serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê - Sûriye hat hilbijartin..
255
