Serok Barzanî hatina meha pîroz ya Remezanê li tevahiya Misilmanên kurd, Iraq û Cîhanê pîroz kir
Mar 10 2024
Serok Barzanî, bi minasibeta hatina meha Remezanê, pîrozbahiyê li tevaya Misilmanên Kurdistanê û Îraq û cîhanê dike.
Beşek ji peyama Serok Barzanî wahaye, “Ez ji Xudayê mezin dixwazim rojî û nivêj û lavayên tevan qebûl bike û meha pîroz a Remezanê ji bo gelê me bibe sedema xêr û bereket û aramiyê”.
Naveroka peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xudayê mezin û dilovan
Bi minasibeta hatina meha pîroz a Remezanê, ez pîrozbahiyê li tevaya Misilmanên Kurdistanê û Îraq û cîhanê dikim. Ez ji Xudayê mezin dixwazim rojî û nivêj û lavayên tevan qebûl bike û meha pîroz a Remezanê ji bo gelê me bibe sedema xêr û bereket û aramiyê.
70